SÊRT/ŞIRNEX/BÎNGOL
Gunparêzên ku bi salan li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi hêzên ewlehiyê re li dijî terorê têkoşiyan didin û di demên dawîn de ji hêla PKKê ve tên tehdîtkirin, bi gefan ve tê xwestin ku bikevin bin kontrola wan.
Li herêmê gefên rêxistina PKKê ya li ser gundparêzan a ku ji bo çek danînê didome. Serokê Konfederasyona Malbatên Cangoriyan û Gundparêzên Gundên Anadoluyê Ziya Sozen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku PKKê di Pêvajoya Çareseriyê de 13 gundparêz cangorî kir.
Sozen bal kişand ser têkoşîna ku bi salan e gundparêz li herêmê didin û wiha pê de çû: "Wek ku em duh jî li vî welatî bûn em ê sibê jî li vî welatî bijîn heta rih di me de hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Serokê Konfederasyona Malbatên Cangoriyan û Gundparêzên Gundên Anadoluyê Sozen bertek nîşanî gotina "Hûnê ji vî welatî bitexrikînin û herin." ya parlementera HDPê ya Mûşê Burcu Çelik Ozkanê da û got ku ev welat malê bavê wê yê bi tapû nîne û ji ber vê jî heta ku rih di wan de hebe ji bo welat wê têkoşîna xwe bidomînin.
Sozen destnîşan kir ku heta çend roj berê Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş li meydanan peyamên aştî û biratiyê dida gelo ew peyman hemû ji bo derbaskirina bendê bûn?
- "Gundparêz sîgorteya herêmê ne."
Sozen ragihand ku ji bo li herêmê xwîna xelkê nerije piştgiriyê didin Pêvajoya Çareseriyê û wiha dewam kir: "Wan di heyama Pêvajoya Çareseriyê de 13 hevalên me cangorî kirin. Lazime ku qedr û qiymeta gundparêzên ku li herêmê ne zêdetir bibe û şert û mercên wan çêtir bibin."
Serokê Federasyona Gundparêzn Gund ên Berxwext û Malbatên Cangoriyan a Şirnexê Mehmet Gungor jî diyar kir ku ew ê tevlî lîstikên qirêj nebin û wezîfeya ku dewlet dide wan bi cih tînin û wiha pê de çû: "Ji aliyekî qala aştiyê dikin û ji aliyê din jî li kûçe û meydanan gundparêzên me didin ber guleyan û dikujin."
Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Malbatên Gundparêzên Xazî û Cangoriyan a Başûrê Rojhilat û Anadoluyê ya Sagirsuyê Ahmet Artun jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê nêzî 100 hezar gundparêz hene û ne li dijî Pêvajoya Çareseriyêne.
Artun got ku di dema xebatên hilbijartinê de li ser wan gef hatin xwarin û axaftina Ozkan a parlementera HDPê bi bîr xist û wiha dewam kir: "Beriya Hilbijartinê gundparêz ji hêla terorîstan ve yek û yek hatin tehdîtkirin. Ev ax malê bavê tu kesî nîne."