MALATYA
Li Geliyê Leventê ya li Akçadaga navçeya Meletiyê zinarên ku 65 milyon sal berê çêbûne, hene. Zinarên li gelî dişibin Kanyona Mezin a li DYAyê û tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didin.
Geliyê Leventê 28 kîlomêtro dirêj e û lê berhemên ji serdema neolîtîk hene.
Komeleya Hunera Sînema û Wêneyan a Meletiyê (MAFSAD) bi alîkariya Ajansa Pêşketinê ya Firatê ji bo nasandina gelî Projeya Fotokamp a Meletiyê ya Navneteweyî ya 1emîn çêkir. Bi saya projeyê wênekêşên biyanî û xwemalî herêm nas kirin.
Kordînatorê Giştî yê Fotokamp a Meletiyê ya Navneteweyî ya 1emîn û wênekêş Mustafa Ertekîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Geliyê Leventê zehf girîng e.
Ertekîn diyar kir ku gelî baş nayê nasîn û got me ji bo nasandina Geliyê Leventê gazî wênekêşên biyanî û xwemalî kir û wiha dewam kir: "Ev despêk e. Li vir gelek tiştên ku em ê tesbît û keşf bikin hene."