HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku heke hikûmeta navendî para wan a ji budçeyê neşîne dibe ku nefta xwe bi xwe ji Bexdayê serbixwe bifroşin.
Barzanî bi nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku di parlementoya HKIyê de parlementerên wê hene û di heman demê de hevparê hikûmetê ye û Partiya Yekîtiya Niştimanî (YNK), Tevgera Goran, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtu) û Partiya Civaka Îslamê re hat bal hev. Civîn ji bo çapemeniyê girtî bû û hat ragihandin ku di civînê de hemû partiyan piştgirî dan biryarên ku dê bên girtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Nêçîrvan Barzanî di civînê de qal kir ku gelek şirketên dixwazin ku nefta kurdan bistînin hene. Hat ragihandin Barzanî gotiye ku "Dibe ku girêdayî Bexdayê nemînin û nefta ku bi awayekî serbixwe ji Herêma Kurdistanê tên derxistin bifroşin şirketên dinyayê. Hin şirketan ji niha ve diyar kirin ku bikêr in. Şirketekî neftê got ku 2 milyar dolarî pêşîn dide û talibê nefta me ye. Ji bilî vî gelek şirketên dixwazin ku nefta me bistînin hene."
Di vê navberê de der barê civînê de ji ser malpera fermî ya hikûmetê daxuyaniyek hat weşandin. Li gor daxuyaniya ku 4 biryarên ku di civînê de hatin dayîn hatin ragihandin hikûmeta HKIyê ji bo ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin dê diyalogê bide berdewamkirin. Dê ji hikûmeta navendî car din bê xwestin ku girêdayî qanûna budçeyê ya 2015an bimînin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Hikûmeta navendî ya Iraqê heke budçe û mehaneya karmendan a ku mafê destûra bingehîn a Hewlêrê ye neşîne dibe ku hikûmeta Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê lêgerînên qanûnî yên din û çareseriyê din bigere. Hikûmeta Kurdistanê her dem di çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re de rêya feraseta du alî û diyalogê tercîh kiriye. Di çareserkirina pirsgirêkan de tu carî niyet nekiriye ku têkiliyan bi temamî bibire. Dê hemû partiyên siyasî piştigiriyê bidin pêngavên ku hikmet ji bo rakirina qeyrana aboriyê ya li herêmê û kêmkirina barê giran a ser milê gel."