Islam Doğru
15 Hezîran 2026•Rojanekirin: 15 Hezîran 2026
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ragihand ku peymana aştiyê ya bi Îranê ra temam bû û her wiha Tengava Hurmuzê dê vebe û Amerîka jî dê ablûqeya deryayî demildest bi dawî bike.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Trump diyar kir ku peymana bi Komara Îslamî ya Îranê ra hat kirin temam bû û wiha dewam kir:
"Ji bo herkesî pîroz be. Ez vebûna Tengava Hurmuzê bi awayekî bêucret û di heman demê da bidawîkirina demildest a ablûqeya deryayî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê pesend dikim."
Trump wiha got, "Keştiyên cihanê motorên xwe bixebitînin. Bira petrol biherike."
Trump her wisa di parvekirina duyem a li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku peymana bi Îranê ra hat kirin dê aştî û ewlehiyê bîne herêmê û wiha dewam kir, "Gelek serokî hewl da bi Îranê ra rêkeftinê bike û berî min hemû neserketî bûn. Lîderên herêmê cara ewil serokek dît ku alîkariya wan bike ku aştiya rastîn pêk bîne."
Trump bal kişand ku di 19ê Hezîranê da bi îmzekirina peymanê ra Tengava Hurmuzê dê vebe û her wiha mayin dê bên paqijkirin û bi vî awayî petrol dê hem ji bo herêmê û hem jî ji bo dinyayê cardin biherike.