Türkan Tosun
28 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
WASHINGTON (AA) - Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand wî "Qanûna Demokrasî û Mafên Mirovan a Hong Kongê" ya ku ji hêla Senatoya Amerîkayê û Meclisa Nûneran va hatibû pesendkirin û gihîştibû li ber destê wî îmze kir.
Trump wiha got: "Min ev pêşnûma ji ber rêza ku ez nîşanî Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng û gelê Hong Kongê didim, îmze kir. Armanca vê pêşnûmayê ew e ku cudahiyên di navbera hikûmetên Çînê û Hong Kongê çareser da bibin, refah û aştiyeke demdirêj çêbibe."
Senatorê Komarparêz Marco Rubîo ev pêşnûmaya bi navê "Qanûna Demokrasî û Mafên Mirovan a Hong Kongê" pêşkeşî senatoyê kiribû. Partiya Demokrat û Partiya Komarparêz piştgirî dabûn vê pêşnûmayê.
- Xwepêşandanên li Hong Kongê
Rêvebiriya Hong Kongê pêşnûmaya hêsan dike ku gumanbar îadeyê Çînê, Herêma Îdarî ya Taybet ya Makaoyê ya Çînê û Tayvanê bên kirin di 3yê Nîsanê da pêşkêşî parlamentoyê kiribû.
Ji ber sedema ev pêşnûma wê zirarê bide serxwebûna bajêr û wê bixe bin desthilatiya Çînê mixalefetê di meha hezîranê da xwepêşandanên mezin dabû destpêkirin.
Di 23ê Cotmehê da daxuyanî hatibû dayîn ku pêşnûma bi awayekî fermî paşve hatiye kişandin, lê dîsa jî xwepêşandan dawî nebûbûn. Çalakvan 5 şertan tînin ziman û dixwazin xwepêşandan wek "serhildan" neyên binavkirin, ji bo tundiya polêsan bê lêpirsîn komîsyoneke xweser bê avakirin, ji bo çalakvanên hatine girtin efû bê derxistin û reformên siyasî cardin bên destpêkirin
Li gor daneyên fermî li Hong Kongê heta niha 5 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin.