22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ANKARA
Li gor nûçeya BBCyê Mercera şirketa şêwrê lîsteya bajarên ku ji bo biyaniyan biha ne, weşand.
Li gor nûçeyê Luandaya ku salên berê di serê lîsteyê da bû ketiye rêza 2yan, Hong Kong jî ketiye ciyê Luandaya paytextê Angolayê.
Di lîsteyê da Zurîh 3yemîn, Sîngapur 4emîn, Tokyo 5emîn û ji pey van bajaran ra bi rêzê Kinşasa, Şanghay, Cenevre, N'Djamena û Pekin tên.
Lîste li tevahiya dinyayê di nav 209 bajaran da bihabûn tê nirxandin û tê amadekirin.
Li Hong Konga ku li dinyayê ji bo biyaniyan biha ye, kirêya maleke 3 ode 12 hezar û 77 dolar, bihayê şalê qot 128 dolar, fîncana qehweyê 7,8 dolar û menuya hamburger 4,8 dolar e.