Haydar Şahin
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew ê di tîrmehê da Ewropayê ziyaret bike dibe ku di dema wê ziyaretê da bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ra were ba hev.
Trump li Qesra Sipî bi Rebelo de Sousayê Serokomarê Portekîzê ra hat ba hev û li Ofîsa Glover ji bo rojnamevanan rojev nirxand.
Trump destnîşan kir ku hevdîtina bi Putîn ra "tiştekê baş" e û wiha axivî: "Ew (John Boltonê Şêwirmendê Ewlekariyê yê Qesra Spî) bi Putînê Serokê Rûsyayê ra hat ba hev. Rapora berfireh hê nehatiye ber destê min. Lêbelê ez her tim dibêjim 'Hevdîtinên bi Rûsya û Çînê ra tiştên baş in, ji bo dinyayê kêrhatî ne. Di ziyareta Ewropayê da dibe ku li ciyekî li wan deran em hevdu bibînin. Em li ser Sûriye û Ukraynayê têkevin niqaşê."
Trump pesnê taxima neteweyî ya Rûsyayê da
Wekî mayîn Trump destnîşan kir ku pêşbirkên Kupaya Dinyayê jî teqîb dike û pesnê taximan neteweyî ya Rûsyayê da û got, "Li gor min karekî baş dikin." Trump diyar kir ku Kupaya Dinyayê ya 2026an ew ê li Amerîka û Meksîkayê were lidarxisin ji ber vê jî kêfxweş e.
Yuriy Uşakovê Şêwirmendê Polîtîkayên Derva yê Kremlînê diyar kiribû Putînê Serokê Rûsyayê û Trumpê Serokê Amerîkayê ew ê li welatekê din werin ba hev. Uşakov piştî hevdîtian bi John Bolton ra daxuyanî da bû û der barê hevdîtina Putîn-Trump da agahî dabû.
Uşakov destnîşan kiribû ku ew ê tarîx û ciyê hevdîtinê eşkere bikin, herdu serok ew ê rûbirû biaxivin, bi hevra taştê bikin û paşê jî daxuyaniya hevpar bidin.