Dinya

Trump destûra Brennanê Direktorê CIAyê yê berê betal kir

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê destûra ewlekariyê ya Direktorê CIAyê yê berê John Brennanê ku ji bo hevdîtina Trump û Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ya li Helsînkiyê gotibû "xayîntî" betal kir.

Haydar Şahin  | 16.08.2018 - Rojanekırın : 16.08.2018
Trump destûra Brennanê Direktorê CIAyê yê berê betal kir

New York

NEW YORK

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê destûra ewlekariyê ya Direktorê CIAyê yê berê John Brennanê ku ji bo hevdîtina Trump û Vladîmîr Pûtînê Serokê Rûsyayê ya li Helsînkiyê gotibû "xayîntî" betal kir.

Sarah Sandersa Berdevka Qesra Sipî di destpêka civîna çapemeniyê da daxuyaniya li ser bi destê Trump betalkirina destûra ewlekariyê ya Brennan xwend.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo hin agahiyên welatê xwe biparêzim û kontrola wan bişopînim berpirsyariyeke min a derasayî heye. Ji bo vê berpirsyariya xwe bi cî bînim ez destûra ewlekariyê ya Brennanê Direktorê CIAyê yê berê betal dikim."

Di dewama daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Trump li ser wê fikrê ye ku destûra ewlekariyê ya James Comeyê Direktorê FBIyê yê berê, James Clapperê Direktorê Îstixbarata Neteweyî yê berê, Mîchael Haydeyê Serokê Ajansa Ewlekariya Neteweyî yê berê, Susa Rîceya Şêwirmenda Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Sipî ya berê, Andrew McCabeyê Alîkarê Direktorê Buroya Lêpirsîna Federal ê berê, Sally Yatesa Serdozgera berê, Lîsa Page û Peter Ztrzoê xebatkarên FBIyê yên berê, Bruce Ohrê xebatkarên Wezareta Edaletê yê berê jî betal bike û wiha hat gotin: "Derewên Brennan û daxuyaniyên wî yên bihêrs rê nade ku ew agahiyên weşartî yên welêt bibîne."

Direktorê CIAyê yê berê John Brennan jî di hesabê xwe yê Twitterê da got, "Ev tevgera Trump parçeyekê hewla cezadayîna rexneyên li ser wî û tundiya li ser azadiya îfadeyê ye. Ev bûyer dibê hemû welatiyan û profesyonelên îstixbaratê têxe nav fikara axaftinan. Prensîbên min ji destûran bi qîmettir in. Ez ê dev jê bernedim."

Direktorê CIAyê yê berê John Brennanê ji bo hevdîtina Trump û Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ya li Helsînkiyê gotibû "xayîntî" ye û vê jî bal kişandibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.