06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin Serokê DYAyê Donald Trump ji ber mueyîdeyên nû yên ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbuyî (KENY) li hember Koreya Bakur kêfxweş e.
Qesra Spî daxuyand ku li hember tevgerên Koreya Bakur yên ku dibin sedema tehdîd û bêîstikrariyê zexta aborîyê û siyasî wê bê zêdekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li hember ceribandina fuzeya balîstîk a dawîn a Koreya Bakur Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbuyî mueyideyên nû yên giran kirin. Serok Trump ji ber vê biryarê û piştgiriya Çîn û Rûsyayê ya ku dan ev biryar bikeve rewacê, kêfxweş e."
- Mueyideyên nû yên KENYê li hember Koreya Bakur
Endamên KENYê biryara pêşnûmayê ya ku ji hêla Amerîkayê va hatiye amadekirin û mijar mueyîdeyên li hember Koreya Bakur e anîn vivînê û 15 endaman got erê qebûl kir.
Di biryarê de li ser îxracata Koreya Bakur biryara qedexeyê hat dayîn ku ew nikarîbe komir, hesin, alavên behrê îxrac bîke, dahata îxracatê ya ku 3 milyar dolar e ji sê paran parek^e kêm bike.
Ji bilî vê ji bo welatiyên Koreya Bakur qedexe hat dayîn ku ji wan re destûra xebatê ya nû bê dayîn. Bi saya vê qedexeyê gelê Koreya Bakur wê nikaribe ji derva dowîz bîne welatê xwe.
Koreya Bakur meha borî du caran di navbera parzemînan de ceribandina fuzeya balîstîk kiribû.