Haydar Şahin
2017 ж. 31 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 31 тамыз
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump bi Melikê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz ra axivî û ji bo çareserkirina krîza Qeterê banga dîplomasiyê li welatên herêmê kir.
Qesra Spî der barê axaftina Trump û Melik Selman da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser têkoşîna dijî terorê axivîn û wiha hat gotin: "Serok ji bo ku di têkoşîna dijî terorê da yekîtiyê pêk bînin hemû alî teşwîq kirin ku li gor teehhudên Lûtkeya Riyadê li çareseriyên dîplomatîk bigerin."
Hat diyarkirin ku Trump û Melik Selman di mijara "Îran ji bo herêmê tehdîd e" da fikr û ramênên xwe parve kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Melik Selman ji bo kesên ku di bobelata Harveyê da mirin serxweşî da Trump.