İbrahim Atmaca
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî got, "Careke din tu carî Amerîkayê tehdîd neke, heke na tê encamên ku di dîrokê da kêm kesan dîtine, bibînî."
Ruhanî li paytext Tehranê xîtabî balyozên welatê xwe û nûnerên mîsyonê kir ji bo astengkirina îxraca nefta Îranê rêvebiriya Trump rexne kir û got, "Bi Îranê ra aştî dayîka aştiyan e; şer dayîka şeran e." Trump bersiv da vê gotinê.
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi sernava "Ji Serokomarê Îranê Ruhanî ra" wiha got:
"Careke din tu carî Amerîkayê tehdîd neke, heke na tê encamên ku di dîrokê da kêm kesan dîtine, bibînî. Em êdî ne ew welat in ku gotinên we yên şêt ên li ser şîdet û mirinê daqurtînin. Baldar be."
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kiribû ku gelê Îranê li hemberî navtêdanên dijî ewlehî û berjewendiyên welatê xwe serî natewîne û wiha dewam kiribû: "Komploya herî dawîn a Amerîkayê gelê Îranê diwestîne. Heke em teslîmî derewkarekî wek Trump bibin wê Îranê talan bikin. Îran bi erdnîgariya xwe devereke stratejîk e. Kesekî ku piçek ji siyasetê fehm bike nabêje em ê rê li ber îxracata neftê ya Îranê bigirin. Gelek gelî (avteng) hene. Geliyê Hurmuzê ji vana bi tenê yek e. Aştiya bi Îranê ra dayîka aştiyan e û şerê bi Îranê ra jî dayîka şeran e."