ANKARA
Hat daxuyandin ku bi DYAyê re hatiye lihevkirin ku şaxa PKKyê ya Sûriyeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nekeve nava qada ku dê li bakurê Sûriyeyê ji DAEŞê were paqijkirin û herwisa çarçoveya bernameya perwerde û çekdar bike berfireh dibe û dewam dike.
Li gorî pêzanîna ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, di rojên pêşiya me de hejmara firokeyên Amerîkayê yên ku di bêne Baregeha Încîrlîkê dê zêde bin. Operasyonên hevpar jî dê di qonaxeke guncaw de bidin destpêkirin.
Li gor vê Tirkiyeyê li benda DYAyê bisekine ku DYAyê wiha daxwaz kiribû, "Li benda me bin, em kordîne bibin".
Hat destnîşankirin ku bi operasyonan ve herêm dê ji DAEŞê were paqijkirin û ewledarkirin. Dû re jî dê li vir muxalifên mutedil werin bicihkirin.
- PYD ji her aliyan ve hat hişyarkirin
Çavkaniyan daxuyand ku Tirkiye û DYA li ser wê mijarê lihevkirî ne ku PYD nekeve nava qada ku dê li bakurê Sûriyeyê ji DAEŞê were paqijkirin.