SILÊMANÎ
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) rafîneriyeke ku wê rojê 2 milyon lître benzîn rafîne bike tê çêkirin û hat ragihandin ku ev rafîneriya herî mezin ber bi xelasbûnê ye.
Rafînerî li Surkawşana herêma Dokana navçeya Silêmaniyê ye û 8 sal berê dest bi çêkirina wê kirin. Tê gotin ku rafînerî meha pêşiya me dikeve feliyetê.
Serokê Komîsyona Neft û Xazê ya Walîtiya Silêmaniyê Galîb Muhammet Elî daxuyanî da nûçegihaê AAyê û got ku ev rafînerî li herêmê wê bibe rafîneriya herî mezin, rafînerî li ser 131 donim erazî hatiye çêkirin û 500 milyon dolar mesref lê hat kirin.
Elî got ku heke tesîs bikeve feliyetê, wê rojê 2 milyon lître benzîn û 300 hezar lître motorîn rafîne bike û wiha pê de çû: "Li Silêmaniyê rojê 2 milyon û nîv benzîn tê şewitandin. Piştî ku ev rafînerî bikeve feliyetê, li herêmê qrîza sotemeniyê çareser bibe. Ev proje wê karê gel hêsan bike. Di heman demê de ji bo gelek kesan derfeta kar e."
Muhammed Elî got ku li Silêmaniyê 28, li Hewlêr û Dihokê 30, bi tevahî 58 bîrên neftê li herêma Kurdistanê hene û 25 şirketên neftê yên biyanî li herêmê dixebitin.
Li herêmê tengasiya benzînê hebû.