ANKARA
Îran bi tevgera xwe ya mezhebî ya şiîtiyê, polîtîkaya xwe ya derve ya dagirker û tevgera xwe ya pragmatîk a li hember pirsgirêkên herêmê ve, ji hêla welatên xwe yên cîran bê ewlehî tê dîtin.
Îran ji hêla jeostratejîk ve di dîrokê de xwedî cihekî taybet e. Lê cîranên Îranê yên li başûr wek Quweyt, Qatar, Bahreyn, Erebîstana Siûdî û yên din wek Azerbaycan, Ermenistan, Iraq, Tirkiye, Pakistan û Afganistan ji ber polîtîkaya Îranê ya derve û nifusa wê ya şiî ji Îranê aciz in û pê ne ewle ne.
- "Welatên herêmê ji Îranê aciz in"
Kordînatorê Bernameya Pêwendiyên Navneteweyî û Polîtîkaya Derve ya Enstitûya Fikra Stratejîk Doç Dr. Mehmet Şahîn ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku welatên cîran dibêjin ku Îran tekiliyê karên wan ên navxweyî dibe û wiha axivî: "Îran di rojên dawîn de li Iraqê hêza xwe xurt kir, li Sûriyeyê piştgiriyê dide Esed, li Lubnanê piştgiriyê dide Hizbullahê, li Yemenê piştgiriyê dide Husiyan, li Pakistan û Afganistanê jî piştgiriyê dide şiiyan. Ev tevger welatên herêmê û gelê wan aciz dike û Îranê wek taluke dibînin."
- "Welatên kendavê jî ji Îranê aciz in"
Serokê Beşa Pêwendiyên Navneteweyî ya Zanîngeha Uludagê Prof. Dr. Tayyar Ari jî got ku Îran li herêmê piştgiriyê dide şiiyan û hewl dide ku li herêmê îstiqrar çênebe.
Ari wiha dewam kir: "Ev tevger wek tehdît tê dîtin. Îran şûna ku rê li ber vê tevgerê bigre, bi polîtikayên xwe yên wek nukelerê ve rehettir tevdigere û ev jî dibe sedem ku ew wek taluke bê dîtin. Welatên kendavê bi fikarin ku Îran li ser wan polîtîkayên xwe dimeşîne. Ji hêla din Îranê di demek kin de dewlemendtir bibe. Veberhênerên rojavayî wê li welêt veberhênanan bikin û bazareke navneteweyî a mezin wê li Îranê çêbibe. Ji xwe niha jî qeyranên navxweyî li Îranê hene û heke dewlemettir bibe rewşê wê çawabe ev ji hêla welatên herêmê ve dibe sedema meraqê."