Hêza Peywira Yekbûyî ya Operasyonên Biryardariya Xwezayî (CJTF-OIR) ya ku di serkêşiya Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) de bi armanca têkoşîna li dijî DAEŞê hat avakirin, ji daxuyaniyên xwe yên berê agahiyeke cudatir da û diyar kir ku operasyona asîmanî ya duhê herêma Atmeyê jî di nava xwe de dihewîne.
Di êrîşa duh êvarê de baregeh û atolyeyên çêkirina çekan ên Ceyşu'l-Sunne û Eniya Nûsrayê yên li bajarokê Atmeyê hatibûn bombardimankirin. Di êrîşê de şêniyên sivîl jî hatibûn lêdan û tevî jin û zarokan bi dehan kes hatibûn kuştin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî daxuyandibû ku di êrîşê de Baregeha Încîrlîkê û seheya asîmanî ya Tirkiyeyê nehat emilandin û operasyon jî bi destê hêzên Hevpeymanê pêk hat.
Li ser pirsa peyamnerê AAyê ya der heqê mijarê de CJTF-OIRê diyar kir ku li dijî vê qadê êrîşeke asîmanî pêk nehat. Lêbelê CJTF-OIRê daxuyaniyeke nû belav kir.
Di bersiva nivîskî ya CJTF-OIRê ya ku ji AAyê re hat şandin de hat destnîşankirin ku ji ber cidiyeta zeyîeta sivîlan ew bêtir lêkolînan dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ''Wekî CJTF-OIR em dikarin piştrast bikin ku di 11ê Tebaxa 2015an de li dijî hawirdora Helebê êrîşa asîmanî pêk hat. Ev qad, herêma Atmeyê jî dihewîne.''