Fatih Gazioğlu
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
ANTALYA
Tirkiye piştî çêkirina teyareyen bêmirov (ÎHA) wê êdî motorên wan jî çêbike û bifiroşe welatên derva.
Midûrê Sanayiya Motorên TUSAŞê Mahmut Akşît der barê projeyên motoran de agahî da nûçegihanê AAyê.
Akşît got ku wan motorên nû çêkirin, firandina ewil di meha sibatê de ceribandin û wiha axivî:
"Jimara motoran zêde nîne. Ji ber vê di sektora ÎHAyan de piraniya motorên me yên ku li ser guhertin hatine kirinin. Em motoreke sivîl dîstinin û divegerînin motoreke eskerî ya qasî ku 30-40 hezar feet bilind dibe. Entegrasyona motorên me yên ANKAyê qediya."
Ajansa Anadoluyê (AA) ji Fûara Hewageriyê ya Eurasia Airshowê ya ku niha didome re bûbû "Hevkarê Ragihandina Global."