BEXDA
Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cûbûrî beriya serdana xwe ya Tirkiyeyê daxuyanî da Anadolu Agnecyê (AA) got: "Tirkiye ji bo Iraq û iraqiyan welatekî pir girîng e. Heke em têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re neynin asta herî baş wê demê em nikarin ne li welatê xwe û ne jî li herêmê îstiqrarê bi cih bikin."
Cûbûrî der heqê ziyareta xwe ya ku roja yekşemê wê bê Tirkiyeyê, rûdanên siyasî û eskerî yên li Iraqê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Serokê Meclisê di axaftina xwe de qala hin meseleyên ku dê bi rayedarên Tirkiyeyê re li serê bisekinin kir û wiha pê de çû: "Di nav mijarên ku em ê li serê bisekinin de techîzat û perwerdekirina hêzên me yên ewlehiyê heye û piştgiriya ku Tirkiye di vê mijarê de bide girîng e. Em hemû alîkariyên ku ji welatê dost bê kêfxweş dibin."
Di mehên borî de Serokê Iraqê Heyder el-Îbadî jî hatibû Tirkiyeyê û hin hevdîtin pêk anîbû, Cûbûrî jî bal kişand ser hevdîtinên ku hatin kirin û got ku ew "jidiliya Tirkiyeyê" bawer dikin û wiha dewam kir: "Em zanin ku Tirkiye giringiye dide îstiqrar, yekîtî û bihevretiya xelkê Iraqê. Em dixwazin bi Hikûmeta Tirk re têkiliyeke bi îstiqrar a ku ji bo berjewendiyên me yên hevkar bi kêr bê pêşve bibin. Tirkiye ji bo Iraq û iraqiyan welatekî pir girîng e. Heke em têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re neynin asta herî baş wê demê em nikarin ne li welatê xwe û ne jî li herêmê îstiqrarê bi cih bikin."
Cûbûrî ji bo hêviyên ku wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biçe Iraqê jî destnîşan kir ev tevger ewê dilê xelqê Iraqê gelekî xweş bike û ragihand ku dibe di demeke nêz de Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm bê Tirkiyeyê.
- Plana rizgarkirina Mûsilê
Serokê Meclisa Iraqê Selîm Cûbûrî ji bo plana rizgarkirina bajarê Mûsila ku di 10ê hezîrana 2014an de ket bin kontrola DÎŞIyê jî wiha axivî: "Amadehiyên lojîstîk û leşkeriyê yên ji bo rizgarkirina Mûsilê didome. Ev amadehî li başûr û bakurê Mûsilê dewam dikin. Xebatên ku bi lez û bez didomin nîşan didin ku bajar di demeke kurt de wê ji bin kontrola rêxistinê bê rizgarkirin. Lê zehmetiyên vê operasyonê jî ew ê gelek bin. Dibe ku zêdetir techîzatên leşkerî hewce bikin. Navenda ku rêxistina terorê DÎŞIyê lê xelîfetî îlan kir û belavî çar aliyî bû Mûsil e. Bi yekîneyên artêşê û piştgiriya hêzên koalîsyonê wê operasyona rizgarkirina Mûsilê bi kêrî iraqiyan bê."
- Çekdarkirina dilxwazan
Cûbûrî qisawetên xwe yên ji ber çekdarkirina welatiyên dilxwaz ên ku ji ber êrîşên terorê cih û warên xwe terikandin parve kir û wiha got: "Di çekdarkirina dilxwazan de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê hikûmetê. Em wisa difikirin ku di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî zêdetir bibe û ji ya ku dikin zêdetir jî piştgiriyê bidin."