HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Eniya Mexmûrê ziyaret kir.
Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya serokatiya HKIyê hat weşandin, Barzanî bi fermandarên pêşmergeyên li eniya Mexmûrê re, hat bal hev.
Barzanî bi fermadaran re axivî û der barê rewşa heyî de agahî hilda. Barzanî got ku pêşmergeyan dawî li "efsaneya DÎŞIyê" anî û di dinyayê de "nav û dengê xwe belav kir." Barzanî got ku li vir xwîn hat rêtin lê xwîna ku rijiya beyneboş nîne û em ê ji bo parastina ax û gelê xwe têkoşîn û berxwedanê bidomînin.
Barzanî ragihand ku di demên dawî de, DÎŞI bi şev êrîşan dibe ser pêşmergeyan, divê fermandarên pêşmegreyan li hemberî êrîşan baldartir bin.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku êrîşên DÎŞIyê yên li ser eniya Mexmûr û Guwerê zêdetir bûn û ji ber vê yekê jî komeke pêşmergeyên din sewqî herêmê kirin. Her wiha çekên giran jî şandin her du eniyan.
Milîtanên rêxistina terorê yên DÎŞIyê, di 9ê rêbendanê de bi şev êrîş biribûn ser eniya Guwer û Mexmûrê. Di êrîşê de zêdetirî 30 pêşmergeyî miribûn û zêdetirî 42 pêşmergeyan jî birîndar bûbûn.
Serdana Sekreterê Giştî yê THÎyê
Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) Iyad Bîn Emîn Medenî jî duh bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re hevdîtin kiribû.
Di daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat weşandin de hat ragihandin ku hevdîtin li Avahiya Serokwezîriyê ya li Hewlêrê hat kirin.
Hat ragihandin Medenî ji ber ku hat HKIyê pir kêf xweş bû û got ku Serok Barzanî li hemberî evqas zor, zehmetî, qeyran û bûyeran rêveberiya xwe bi awayekî serkeftî birêve dibe.
Medenî ji ber serkeftina li hemberî DÎŞIyê hêzên pêşmergeyan pîroz kir û xwest ku bila demildest dawî li geflêxwarina terorê ya ser Iraqê bê.