MIAMI
Hat ragihandin ku DYAyê 5 welatiyên Yêmenê yên ku li Guantanamoyê digirt serbest berda û şand Estonya û Ummanê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina DYAyê da hat diyarkirin ku mehkûmek şandin Estonyayê, 4 mehkûm jî şandin Ummanê. Rayedarên ji DYAyê diyar kirin ku ji ber ku li Yêmenê rewşeke baş tune mehkum neşandin welatê wan.
5 kesên ji Yêmenê bi destê DYAyê li ser şika endambûna Elqaîdeyê li Pakistanê hatibûn derdestkirin. Di girtîgeha Guantanamoyê da hê 122 kes girtî ne.
Serokê DYAyê Barack Obama pêşnûmaya bûdçeya parastinê ya 2015an û girtina girtîgeha Guantanamoyê û sînorkirina tiransfera mehkûman îmze kiribû lê belê bang kiribû ku di guhertina xala der heqê Kongreyê da bi hev ra bixebitin.
Obama gotibû ku hebûna Guantanamoyê ewlehiya DYAyê zeyîf dike, zirarê dide têkiliyên bi şirîk û mitefîkan ra û alîgirên tundrewiyê. Obama wiha axivîbû: "Girtina vê girtîgehê mecburiyeteke neteweyî ye. Hebûna Guantanamoyê zirarê dide ewlehiya DYAyê. Divê em vê derê bigrin. Ez bangî herdu aliyên kongreyê dikim bira di girtina vê pelê da alîkariyê bidin û bi me ra bixebitin."