Enes Kaplan
22 Sibat 2022•Rojanekirin: 23 Sibat 2022
DAKAR (AA) - Di hizûra Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Senegalê Macky Sall da di navbera du welatan da 5 peyman hatin îmzekirin.
Serokomar Erdogan û hevpîşeyê wî Sall li Qesra Serokomariyê hevdîtineke rû bi rû kirin û paşê jî 5 peymanên di navbera herdu welatan da hatin îmzekirin.
Di navbera Tirkiye û Senegalê da ji protokolê bigre heta medya, ragihandin, ewlehî, behr û ciwaniyê 5 peyman hatin îmzekirin.