Fatih Gazioğlu
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
ŞIRNAK
Tetbîqata ku di 18ê îlonê da li nêzîkî Deriyê Sînor ê Xabûrê ya li Silopiya navçeya Şirnexê dabûn destpêkirin dewam dike.
Tetbîqata ku 3 kîlometre dûrî Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li ser sînorê Iraqê tê lidarxistin, di sewq û îdareya Fermandarê Şaxartêşa 7emîn Tumgeneral Sînan Yayla û emîr û fermanberiya Fermandarê Tûgaya Mekanîze ya 28emîn Tuxgeneral Ahmet Kurumahmut da ye.
Herwiha tetbîqat bi tevlêbûna yekîneyên Hêzên Çekdar ên Iraqê va dewam dike.
Li tatbîqatê îro de perwerdeya temîrkirina wesayîtên bizirx dan leşkerên Iraqê.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû diyarkirin ku tetbîqata ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di 18ê îlonê da dabûn destpêkirin di 26ê îlonê da derbasî asta 3yan bû, di vê astê da ew ê perwerdeyê bi leşkerên Iraqê yên ku hatin herêmê ra bidomînin.