2016 ж. 09 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 10 сәуір
ANKARA
Di heyama dawîn da rêxistinên terorê ji paytextên Ewropayê heya erdnîgariya Rojhilata Navîn û Afrîkayê êrîşan dikin.
Li gor Pêrista Terorîzma Kurewî ya 2015an a saziya "START"a Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya DYAyê ku li ser terorîzmê xebatê dike, li tevahiya dinyayê di 2014an da nêzî 32 hezar û 700 kes bûn qurbanê terorîzma kurewî.
Li gor raporê di 15 salên dawîn da hejmara kesên ku ji ber terorê mirin 29 hezar zêde bûye.
Li gor raporê li Afrîkayê Boko Haram, li Rojhilata Navîn DAEŞ, El Kaîde û PKK û li Efxanistan-Pakistanê Taliban serkêşiya terorê dikin.
Di dawiya sala par da li Enqere, Parîs û Bêrûtê terorê zirar da û di destpêka sala nû da jî li Bruksel, Stenbol, Enqere, Lahor û Bexdayê terorê zirareke mezin da.
Di 13ê sermaweza 2015an da li Parîsê di êrîşên terorê da 130 kes mirin, rojek beriya wê li Bêrûta paytextê Libnanê 43 kes û mehek beriya wê jî li Enqereyê di êrîşa terorê da herî kêm 95 kes di çalakiyên terorê da mirin.
Di destpêka sala 2016an da jî li Stenbol, Enqere, Bruksel, Lahor û Bexdayê êrîşên terorî çêbûn. Di 12ê rêbendan û 19ê adarê da li Stenbolê bi tevahî 18, di 17ê sibat û 13ê adarê da li Enqereyê bi tevahî 62 kes, di 22yê adarê da li Brukselê herî kêm 34 kes, di 25 adarê da li Babila Iraqê di dema pêşbirkeke fitbolê da herî kêm 32 kes û di 27ê adarê da li Lahora paytextê Pakistanê di teqîna ku li lunaparka zarokan da çêbû 72 kes ji ber terorê mirin.