2016 ж. 09 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 11 сәуір
HATAY
Mixalifên li Çiyayê Kurmênc ê li dorberê Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê kontrola Çiyayê Reşû ya ku 3 roj berê winda kiribûn dîsa hildan destê xwe.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, yekîneyên hêzên rejimê bi firoke û teyareyên şer va êrîşî Çiyayê Kurmênc û Çiyayê Tirkmen kirin.
Mixalifan li der û dora Çiyayê Reşûyê bi êrîşên bersiv dan êrîşan û diyar kirin ku çiyayê ku 3 roj berê dabûn der dîsa bi dest xistin.
Pevçûnên li herêmê car caran dewam dikin.
Ji ber ku Çiyayê Reşûyê li texmeke wisa ye ku jê bajaroka Kunsubeyê ya di destê rejimê da ye tê kontrolkirin û loma zehf girîng e.