Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got, "Em bi vebijêrka serxwebûnê û ya bindestiyê ra rûbirû ne. Emê bi tu awayî bindestiyê hilnebijêrin. Tercîha me serxwebûn e."
Barzanî di seredana xwe ya Pêşmergeyên li eniya şer ên li Hewlêr û Mûsilê de axaftinek kir û wiha xeberda: "Ji bo kurdan firsendeke zêrîn hil hatiye. Kurd li ser zîrweya serkeftinê ne. Di pêvajoyeke wiha de pir balkêş e ku hin kes qala Kurdistaneke duserî dikin. Ez pê bawer im ku xelqê Kurdistanê dê bersiva van kesan bide."
Barzanî bêyî ku qala navê wan bike, rexne bir ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran û wiha pê de çû:
"Kesên ku qala duserîbûna Kurdistanê dikin ji tarîxê ders nesitandine. Miletê me ne ji bo ku 'Kurdistan perçe bibe' evqas qurbanî da. Tu kes nikare vî xeyal jî bike. Tukes nikare herêma Kurdistanê dabeş bike, perçe bike. Kesên ku ji yekîtî û hevgirtiya Kurdistanê razî nînin, azad in, dikarin ji xwe ra cihekî din tercih bikin. Dikarin jiyana xwe li dervayê Kurdistanê bidomînin."
Barzanî di axaftina xwe ya ku li ser serxwebûnê sekinî de wiha xeberda:
"Berxedana miletê me ya di tevahiya dîrokê de ne ji bo ku kurd bindest bimînin bû. Ji bo ku em di bin emrê hin kesan de bimînin, me şehîd nedan. Dujmin tuwextî xwe paş neda û li me zilm kir. Dujmin çi ji destê wan hat, kirin. Lêbelê nikaribû ku vîna gelê me bişikîne. Ji aniha û pê de xelqê me ne mecbûr e ku tecrubeyeke wiha dilsoj bijî û di nava agirê yên din de bişewite. Divê em ji xwe bawer bin. Em neçar in ku xelqê xwe ji vê rewşa xeternak rizgar bikin. Em bi 'serxwebûn'ê û bi 'bindestî'yê ra rûbirû ne. Emê bi tu awayî bindestiyê hilnebijêrin. Tercîha me serxwebûn e."