Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) êrîşa bibombe ya ku roja înê li bajarê Diyalayê qewimî û bi mirina ji ser 100 kesî encam da, şermezar kir.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya înternetê ya Serokatiyê hat belavkirin de der barê êrîşa ku li navçeya Benî Sadî, li cihê bazarekî qewimî, bi mirina ji ser 100 kesî û bi birîndarbûna 140 kesî ve encam da wiha hat gotin, "Di roja yekemîn a Eyda Remezanê ya mibarek de terorîstan li navçeya Xan Benî Sadî ya Diyalayê êrîşeke wehşî û dijmirovî pêk anîn. Di teqînê de gelek welatiyên me yên bêguneh şehît ketin û birîndar bûn."
Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hat destnîşankirin:
"Wekî hercarê terorîstan êrîşê mirovahiyê kiriye. Bêyî ku tu nirxeke mirovî û dînî nas bike, bi tirsonekî û bi bêcergî sivîl kirine hedefa xwe. Terorîst dê bi van çalakiyên xwe yên qirêj ve negîjin armanca xwe. Aqûbeta wan têkçûn û şikestin e. Dê ji tunebûnê rizgar nebin. Wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê em ji vê çalakiya dijmirovî bi awayekî tund şermezar dikin. Em sersaxiya malbatên kesên ku di vê hedîseya elîm de şehîd ketin, dixwazin. Xwedê bira şîfayê bide birîndaran."