Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Aydin Marûf got, "Tirkmen li Iraqê unsûrê sêyemîn, li herêma Kurdistanê jî duyemîn in. Ji ber hindê em dixwazin ku meqamên alîkariya Serokomarî, Seroktî û Serokwezîrtiyê bidin tirkmenan. Ev mafê me yê rewa û yasayî ye."
Marûf di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku giraniya siyasî ya tirkmenan a li Bexda û Hewlêrê zêde dibe û wiha got, "Em li gorî Destûrê û li gorî hebûna xwe ya siyasî statûyekê taleb dikin. Me ev teleba xwe berê jî anîbû zimên û aniha em dubare dikin. Heke ku em qala demokrasî û mafên siyasî dikin, wêçaxê ev statû ji bo tirkmenan pir girîng e."
Marûf diyar kir ku li Iraq û herêma kurdan divê alîkarekî berpirsê karûbarên tirkmenan ê Serokomarî, Serokwezîrtî û Serokatiya Herêmê hebe û wiha dewam kir:
"Ev peywirên muhîm in. Ji ber vê qasê li vir li ser navê tirkmenan wekî nûner divê kesek hebe. Ev hem ji bo pêwendiyên ereb-tirkmen û hem jî ji bo pêwendiyên kurd-tirkmen zahf girîng e. Gaveke bi vî rengî dê ji bo siberoja welatê me jî sûdmendtir be."
Marûf da bibîrxisistin ku di serdema borî de Mesûd Barzanî taleb kir ku alîkariya Serokomariya Iraqê bidin tirkmenan û wiha pê de çû: "Em jî aniha dixwazin ku li Serokatiya Herêmê, anku li cem birêz Barzanî alîkarekî tirkmen hebe. Evê ji bo herêma Kurdistanê jî bibe geşedaneke erênî. Em vê xwesteke xwe bi israr di rojevê de dihêlin. Em pê bawer in ku emê ji Serokatiya Herêmê bersiveke erênî bistînin."
Marûf bal kişand ku wan xwesteka xwe ya navborî bi awayekî nivîskî radestî meqamên eleqedar kir û wiha xeberda:
"Ez nafikirim ku dê ji Serokatiya Kurdistanê bersiveke neyênî were. Ewê jî vê teleba tirkmenan binirxînin û piştgiriyê bidin. Ev telebeke derveyê qotayê ye. Qotaya tirkmenan a li Parlementoyê jixwe mafekî yasayî ye. Xeynî vê em dixwazin ku li Seroktî, Serokwezîrtî û Serokatiya Parlementoyê jî alîkarekî berpirsê karûbarên tirkmenan hebe. Ev xwestekek e ku cara ewil tê ziman. Heya niha nebûna wê jî kêmasiyeke demokrasiyê ye."
Aydin Marûf herî dawî diyar kir ku ew dixwazin li herêma kurdan wezareteke karûbarên tirkmenan jî were avakirin.