Li Heleba ku ev demeke dirêj e di bin êrîşên asîmanî yên rejîmê de ye, digel qutbûna ceyranê ev 15 roj in ku bi ser hin taxan de av naçe. Ev jî dibe sedem ku niştecihên bajêr bêtir mexdûr bibin.
Li Helebê ji ber êrîşên asîmanî yên rejîmê yên li dijî herêmên di kontrola muxalifan de gelek şebekeyên avê xerab bûn. Rejîm digel ku ceyranê bi ser herêmên di kontrola muxalifan de bernade, herwisa ev 15 roj in li taxa Şear, Meşhed, Tarîk Bab û Ensarî yên Helebê pirsgirêka avê heye. Li taxên bi vî rengî xelk hewl dide ku ji ser kanî û bîran ava vexwarinê bîne.
Niştecihekî taxa Meşhedê Muhammed Cebelî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ji ber ku ev 2 hefte ne av naherike, xelkê taxa Meşhedê mexdûr e.
Cebelî bal kişand ku ava bîran nayê vewarin û wiha dewam kir: "Ji ber birîna avê xelk di nava zehmeteke mezin de ye. Ava bîran ne paqij e, di navê de gelek mîkrob heye."
Niştecihekî taxa Şearê Ebû Salih jî got ku ev 15 roj in ku ava wan nayê. Salîh destnîşan kir ku ji ber nebûna ceyranê depoyên avê tije nabin û wiha xeberda:
"Gel ji bîr û kaniyan avê dikişîne mala xwe. Li ser hin kanî û bîran jî dorên pir dirêj çêdibin.