13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
HARTUM
Tengavkirina ku Amerîka li dijî Sûdanê dike, 3 mehên din hat dirêjkirin. Partiya Kongreya Neteweyî ya ku li Sûdanê îqtidar e, got ku biryara dirêjkirina tengavan "cesaretê dide îsyankaran".
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiyê Îbrahîm Hamid Mehmûd daxuyanî da û got ku ew dixwazin di çarçoveya rêzdariya beranberî û berjewendiyên hevpar da têkiliyên hevsengî bi Amerîkayê ra daynin.
Mehmûd destnîşan kir, rêvebiriyên Amerîkayê yên ku dû hevdu tên "xwe ser vê daxwaza semîmî ra nabin" û wiha dewam kir: "Amerîka ji bo ku tengavkirina dijî Sûdanê rake dem dabû, lê 3 meh biryara dirêjkirina vê demê cesaretê dide îsyankaran ku ewlehiya welêt bikin hedefa xwe."
Mehmûd diyar kir, 20 sal in gelê Sûdanê bi tundî tê tengavkirin, mafên wan ên heyatî yên wek tenduristî û perwerdeyê tê binpêkirin. Mehmûd destnîşan kir, ji ber ku rakirina tengavan hat taloqkirin zedeyê bighêje îstiqrara welêt û heke tiştekî wisa çêbe, berpirsê encamên siyasî, ewlehî û aborî rêvebiriya Amerîkayê ye.
Rêvebiriya Amerîkayê Sûdan di 1993yan da li kategoriya "dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê" zêde kiribû û di 1997an da bi telîmata Serokê Amerîkayê yê wê demê Bill Clinton va tengavkirina Sûdanê dest pê kiribû.
Bi biryarnameya Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama va telîmat hatibû dayîn ku tengavkirina bazirganî a li ser sûdanê were rakirin. Li gor daxuyaniya ku di 13ê rêbendanê da ji Qesra Spî hatibû dayîn, rakirina tengavan 6 meh hatibû dirêjkirin.
Rêvebiriya Amerîkayê duh daxuyanî dabû û rakirina tengavên li ser Sûdanê 3 mehên din taloq kiribû.