SULEYMANIYE
Bijîşkê Serokomarê Iraqê û Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî yê taybet Prof. Dr. Necmeddîn Kerîm got: "Nûçeyên ku derbarê Talabanî de diweşin û dibêjin ku Talabanî miriye derew in. Rewşa tenduristiya wî pir baş e û roj bi roj ber bi başiyê diçe."
Kerîm, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û hin nûçeyên ku îdia dikin Talabanî miriye tekzîb kir.
Kerîm got: "Ez niha dikarim bibêjim ku rewşa tenduristiya Mam Celal pir baş e û roj bi roj ber bi başiyê diçe. Mam Celal, heftêya borî li Almanyayê bi texsiyê geriya. Bira kes netirse. Tiştek bi Talabanî nehatiye. Hin caran derbarê rewşa tenduristiya Talabanî de nûçeyên derew dertên. Ev nûçe hemû derew in."