ÎSTANBUL
Di pevçûn û çalakiyên bibombe yên 4 hefte ne ku di navbera Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û muxalifan de didome de 206 jê sivîl, hezar 562 kes mirin.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê eşkere kir ku ev 4 heftê ne ku li Heleb, Îdlib, Deyrûz Zor, Hama, Raqqa û Xûmûsê di navbera DÎŞI û muxalifên herêmî de pevçûn didome. Di van êrîşên bibombe de hezar 562 kes mirin.
Çavdêrxaneyê diyar kir ku bi topên hewanê, bi guleyên pevçûnan û di êrîşên bibombe de 206 sivîl mirin. Ji van 21 kes jî li herêma Leşkerî ya Qadiyê bi destê DÎŞIyê hatine darvekirin. Li gor lêkolînan ji van kesên ku hatine kuştin, di serî de Cepheya Îslamî ew 878 kes şervanên gelek komên herêmî ne.