Hakan Çopur
19 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2025
Sepana tora civakî ya Çînê TîkTok li Amerîkayê ji ber ku ji şirketeke Amerîkî ra nehat firotin, li gorî qanûneke ku bikaranîna wê ya nav welêt qedexe dike, hate qedexekirin.
Ev demeke dirêj e ku di nav raya giştî ya Amerîkayê da mijara TîkTokê tê niqaşkirin.
Ji bo qedexeya TîkTokê ya ku wê di 19yê Çileya Paşîn da dest pê bike çend saet mabûn ku ev sepan li Amerîkayê hat astengkirin.
Li Amerîkayê ji 170 mîlyonî zêdetir bikarhênerên Tîktokê hene ku dema ew sepanê vedikin vê peyamê dibînin: "Bibore, TîkTok niha nayê bikaranîn. Li Amerîkayê qanûneke ku TîkTokê qedexe dike kete rewacê. Mixabin hûn nikarin niha TîkTokê bi kar bînin."
TîkTok di berdewamiya peyama xwe da destnîşan dike ku Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ji bo çareseriya vê qedexeyê dixebite.
Trump duh ragihandibû ew difikire ku 90 rojên din jî bide TîkTokê ku ew li gorî qanûnê tevbigere û ji qedexeyê rizgar bibe.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê roja înê qanûnek pesend kiribû ku TîkTok heta ku neyê firotin, ewê li Amerîkayê qedexe bibe.