PYDyê destûr neda sûriyeyiyên ku xwestin ji Akçakaleyê herin Tel Ebyadê.
Li gor agahiyan komeke sûriyeyî ku li Akçakaleyê diman hatin ber deriyê sînor ê Akçakaleyê ku derbasî welatê xwe bibin. Rayedarên deriyê sînor destûr dan sûriyeyiyan ku derbasî welatê xwe bibin, lê PYDyê destûr neda sûriyeyiyên ku xwestin ji Akçakaleyê herin Tel Ebyadê.
Sûriyeyî demekê li ber sînor sekinîn û peyra ji herêmê çûn.
Bi alîkariya hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê da Tel Ebyad ketibû destê PYDyê. PYDyê berê jî destûr nedabû ku sûriyeyiyên xwe sipartin Tirkiyeyê derbas bibin.