Kesên ku li Kobanêyê di şer da birîndar bûn û li Tirkiyeyê tên dermankirin, qala şer dikin.
Zergîşe Mihemeda ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akif Înan tê dermankirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li gundê Berxbotana ku 30 kîlomêtro li başûrê Kobanêyê ye dima.
Mihemedê destnîşan kir ku DAEŞê ji nişkava êrîşî gund kir û wiha got: "Her tişt bi hatina qamyonekê dest pê kir."
Mihemedê diyar kir ku kûçikên gund ewtiyane û wiha dewam kir: "Qamyonek ji rojavayê gund va hat. Wê hingê tiştek ket dilê min ku wê tiştek biqewime dengê çekan hat. Li nav gund bû qîjeqîja guleyan. Berê dema DAEŞ beriya bihata gule berdida hewayê û me jî hewar dadixist. Lê îcar wisa nebû, hema ji nişkava DAEŞ hat."
Mihemedê diyar kir ku 2 kes rastî wê hatin û 5 gule berdanê û got guleyek li sitûyê min ket û ez birîndar bûm.
Alcîne Hesena ku tê dermankirin destnîşan kir ku ber destê sibehê qamyonek hat û gule reşandin derdorê û wiha got: "5 gule min ketin, guleyek jî li birayê min ket. Tevî birîndarên din ez hatim Tirkiyeyê. Pêşiyê em birin Sirûcê û peyra em anîn vir. Baş li me dinihêrin."
Azad Bedirxan jî destnîşan kir ku ber destê sibehê bi dengê guleyan hişyar bûn û wiha xeberda: "Li ser vê birayê min bi wesaîta xwe çû hewara birîndaran. Dema yên birîndar anî rastî DAEŞê hat û ew jî birîndar bû. Wexta ez çûm birayê min miribû û di wê demê da ez jî birîndar bûm. 5 saetan ez di wî halî da mam. Peyra hatin û ez birim."