Berpirsiyarê Karên Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê Baqir detnîşan kir ku DAEŞ li dijî mirovahiyê sûc dike û ji bo her kesî talûke ye û wiha dewam kir: "Di têkoşîna dijî DAEŞê da Pêşmergeyan roleke mezin lîstin. Di têkoşîna dijî DAEŞê da hevkariya herêmî û navneteweyî lazim e."
Berpirsiyarê Karên Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê Felah Mistefa Baqir bi Wezîrê Karên Derva yê Awistiryayê Sebastian Kurz ra hat bal hev.
Baqir û Kurz li Wezareta Karên Derva hatin bal hev û piştî hevdîtina ku qederê saetekî ajot civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkirin.
Baqir û Kurz destnîşan kirin ku di hevdîtinê da li ser rewşa însanî ya li herêmê, rewşa kêmneteweyên dinî û nijadî û têkoşîna dijî DAEŞê sekinîne.
Baqir diyar kir ku ji bo rewşa penaberan alîkariya civaka navneteweyî lazim e û got ji bo li herêmê îstiqrar çêbe, divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne û wiha dewam kir: "Me deriyên xwe ji hemû kesên ku ji ber tundiyê direvin ra vekir. Di nav sînorê me da 1,8 milyon penaber hene. Em ê alîkariya xwe berdewam bikin."
Baqir detnîşan kir ku DAEŞ li dijî mirovahiyê sûc dike û ji bo her kesî talûke ye û wiha dewam kir: "Di têkoşîna dijî DAEŞê da Pêşmergeyan roleke mezin lîstin. Di têkoşîna dijî DAEŞê da hevkariya herêmî û navneteweyî lazim e."