Li Kuweytê di êrîşa xwekujiyê ya li ser Mizgefta Îmam Sadiq a şiiyan da li gor agahiyên ewil 10 kes mirin û herî kêm 50 kes jî birîndar ketin.
Waliyê Kuweytê Sabîr el-Muhenna di daxuyaniya xwe da diyar kir ku êrîşkarê xwekujiyê di nimêja înê da ketiye Mizgefta Îmam Sadiq û di dema nimêjê da bombeya ser xwe teqandiye.
Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kirin ku di êrîşê da 10 kes mirin û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar ketin û rewşa gelekên wan giran e.
Hetanî vê gavê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.
DAEŞê berpirsyariya êrîşên li ser mizgeftên şiiyan ên li Erebistana Siûdî hildabû ser xwe.