NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Arîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Farhan Haq got ji ber ku DAEŞa rêxistina terorê li Hesekêyê pêş dikeve nêzî 60 hezarî kes mecbûr ma ku mala xwe biterikîne.
Haq daxuyaniyek da rojnamevanan û da zanîn ku li gor agahiyên ku ji peywirdarên arîkariya mirovahiyê bi dest xistin ji kesên ku ji malên xwe hatin kirin 10 hezar kes çûn Amûdê, 50 hezar kes jî li herêmên din ên Hesekêyê ne.
Haq diyar kir ku di sala 2011an de li bajêr kurd, ereb û xiristiyan dora 300 hezarî mirov dijiyan û got ku "Ditirsin ku ji ber pevçûnan bêtir mirov ji malên xwe bin û ber bi bakurê wilayetê ve birevin."
Haq qal kir ku xeberên wekî li bajêr hê jî pevçûnên giran û bombebaran berdewam dikin digihêjine wan û diyar kir ku saziyên NYyê û saziyên din ên arîkariya mirovahiyê li hember koçên muhtemel ên li Qamişloyê amadehiyê dikin.
Hatibû ragihandin ku DAEŞa rêxistina terorê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekêyê gelek cihên ku ji aliyê "stratejîk" ve girîng in bi dest xist û bi wesayîtên bombebarkirî êrîşê baregehên hêzên rejimê kir.