NEW YORK
Li DYAyê Mihrîcan û Meşa Roja Spaniyayê hat lidarxistin.
Mîhrîcan li 5emîn kolana Manhattanê hat kirin. Ew kesên ku ji wan re dibêjin "Hîspanîk" û xwe Spaniyayî dihesibînin beşdarî mîhrîcanê bûn. Ji welatên Arjantîn, Bolîvya, Şîlî, Kolombiya, Kosta Rîka, Kuba, Komara Domînîkê, Ekvador, Gûatemala, Hondûras, Meksîka, Nîkaragûa, Panama, Paragûay, Perû, Porto Rîko, El Salvador, Ûrûgûay û Venezûelayê nuner û komên reqsê beşdarî mîhrîcanê bûn.
Nêzî 10 hezar reqsvan û bandovan beşdarî mîhrîcanê bûn. Tûrîstên li bajêr jî, bi heyranî "Hîspanîk" temaşe kirin. Di kolanên Manhattanê de nêzî milyonek kes kom bûn û li dîmenên rengîn mêze kirin. Mîhrîcanê nêzî 6 saetan dewam kir.