HELEB
Li Rîtyana bajaroka Helebê pevçûnên di navbera yekîneyên girêdayî Eniya Şamê (El-Cebhetu'ş-Şamiyye) û artêşê de berdwam dikin.
Berpirsyarê Çapemeniyê yê Eniya Şamê Yasîr Ehmed daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yekîneyên wan li bajaroka Rîtyanê ya ku dikeve bakurê Helebê bi çekên giran êrîşî avahiyeke ku hêzên rejimê tê de bûn, kirin.
Ehmed got ku muxalifan hêzên rejimê di avahiyê de asê kirin û hemû rêyên revê girtin, yekîneyan bi tank, roket û doçkayan êrîşî avahiyan kir û li ser vê yekê leşker teslîm bûn û wiha axivî: "45 kesên ku di nav wan de milîsên Îran û Hîzbûllahê jî hene hatin dîlgirtin."
Berî niha hatibû eşkerekirin ku li herêmê 27 leşker hatin dîlgirtin.
-"Di nav 4 rojan de ji 200î zêdetir leşkerên rejimê hatin kuştin"
Ehmed da zanîn ku li bajaroka navborî û hawirdora wê di navbera yekîneyên artêşê û muxalif ên çekdar de pevçûnên mezin diqewimin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî ku hêzên girêdayî birêvebiriya Şamê ketin bajaroka Rîtyanê li bajarokê û hawirdora wê pevçûnên tund qewimîn. Di pevçûnên ku ev 4 roj in diqewimin de ji 200î zêdetir leşkerên rejimê mirin. Di nav kesên ku mirin de efserên îranî jî hene."
Ehemd qal kir ku balafirên şer ên artêşê jî cihên ku muxalif wir in, bombebaran dikin û da zanîn ku di pevçûnên li bajarokan de muxalifan gelek wesayîtên leşkerî yên aidê rejimê û cebilxane bi dest xistin.