WAN
Her çiqasî ku ji hêla pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganiya bi welatên mîna Îranê re gelek girîng be jî Deriyê Sînor ê Kapikaleyê yê li Saraya navçeya Wanê ev çendîn sal in nayê bikaranîn. Lê aniha ji bo vekirina vî deriyî projeyeke ku dê beşera bajêr biguherîne li ber dest e.
Hikûmet dixwaze potensiyela Wanê ya ku ji aliyekî ve ji hêla çûn û hatina Ermenistan, Azerbaycan û Iraqê ve xwediyê cihekî jeopolîtîk e û ji aliyê din jî bi Îranê re 295 kîlomêtre xeta wê ya sînor heye, derxîne holê. Ji bo vê armancê jî dest bi xebata înşakirina 90 kîlomêtre rêya li aliyê Îranê ya ku gelek sal in çênekirî maye, kirin.
Deriyê Sînor ê Kapikoyê di navbera Îran û Tirkiyeyê de noqteya sêyemîn e û ji bo ku ev noqte ji çûn û hatinên transît re bê vekirin, Tirkiyeyê li gel Îranê protokoleke nû îmze kir û çêkirina rê jî hilda ser xwe. Tirkiyeyê di çêkirina vê rêyê de 300 milyon lîre xerc bike.
Walî Aydin Nezîh Dogan der barê xebatan de daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku Deriyê Sînor ê Kapikoyê hem ji bo Îranê û hem jî ji bo Tirkiyeyê deriyekî stratejîk ê hidûd e.
Dogan destnîşan kir her du welatan bi hev kir da ku hecma bazirganiya di nava xwe de ji 22 milyar dolaran derxin 35 milyar dolarî û wiha doman:
"Tirkiyeyê rêya li aliyê xwe durist kir û rêyeke duble çêkir, lêbelê Îranê bereksê sozê xwe diyar kir ku nikare rêya li aliyê xwe çêke. Li ser vê Tirkiyeyê planeke nû pêşniyaz kir û Îranê jî ev proje qebûl kir. Li gor planê Tirkiye dê rêyeke duble ya nû ya ku ewil biçe bajarê Xoyê û ji wir jî bigêje rêyên navneteweyî çêke."
Dogan diyar kir ji ber şert û mercên erdnîgariyê dibe ku tunel bên vekirin û pire û viyaduk bên çêkirin û wiha dewam kir:
"Ji ber vê jî dibe ku budçeyeke bi qasî 300 milyon dolarî hewce bike."