GAZİANTEP
Heyeta ji Parlementoya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê pêk tê li Gazîantepê hin lêkolînan kir.
Heyeta ji 8 kesan pêk tê û serokatiya wê Majît Otham Tawfeeg dike ji bo ku hin hevdîtinan bike çû Entabê. Heyeta parlementeran çû ziyareta Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilat (GAÎB).
Serokê GAÎBê Abdulkadîr Çikmaz di civîna îstîşareyê de daxuyand ku ew hewl didin ku di nav her du welatan de îxracat zêde bibe.
Çikmaz wiha axivî: "Tişta ku em naxwazin, em naşînin welatê din jî. Ji ber vê jî hemû tiştên ku tên îxrackirin bi awayekî paqij tên çêkirin. Îro hûnê di ziyareta fabrîqayan de jî vê bibînin."
Serokê heyetê Majît Otham Tawfeeg jî daxuyand ku di navbera Tirkiye û Iraqê de pêwendiyeke dîrokî heye.
Tawfeeg wiha axivî: "Gelek tiştên li welatê me ji Tirkiyeyê tê. Armanca me ew e ku em pêwendiyên civakî û aborî baştir bikin."
Serokê Yekîtiya Îxracatvanên Xalîçeyan ên Başûrê Rojhilatê Selahattîn Kaplan û Serokê Yekîtiya Îxracatvanê Memûl û Toximên Birûn Beqliyat a Başûrê Rojhilatê Mahsûm Altunkaya û endamên şîrketê jî beşdarî civînê bûn.
Heyeta HKIyê li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Gazîantebê jî hin ziyaret û lêkolînan kirin.