HELEB
Piştî ku DÎŞI ji Kobanêyê vekişiya, kurdên Sûriyeyê vedigerin Kobanêyê û dest bi avakirina bajêr kirin.
Ji ber şerê di navbera hêzên kurdan û DÎŞIyê da Kobanê kavil û wêran bû. Piştî 4 mehan DÎŞI ji bajêr vekişiya û heyata rojane hêdî hêdî tekûz dibe. Piştî şer jî bajarekî wêran û kavil ma.
Li bajêr kolan, kuçe, tax û avahiyeke ku xisar û zirar nedîtiye nemaye. Tax û avahiyên li Kobanêyê kavil û wêran bûn û wesaît jî bûn xurde. Li kuçe û kolanan cebilxaneyên leşkerî yên ku teqiyane dixuyên.
Li bakurê bajêr jî ji ber talûkeya dafikan nahêlin sivîl derbasî bakurê Kobanêyê bibin. Li herêmên din ên bajêr jî malbat hewl didin ku xaniyên xwe çêkin.
Kurdên ku piştî pevçûnan xwe sipartin Tirkiyeyê jî hêdî hêdî vedigerin û hewl didin ku bajêr ava bikin. Kurdên Sûriyeyê alîkariya hev dikin û digel vê ji saziyên navneteweyî jî alîkariyê dixwazin. Xelkê Kobanêyê hêvî dikin ku bajêr wekî berê bibe.
Salih Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku me heyameke dijwar li pey xwe hişt.
Mihemed destnîşan kir ku hewl didin bajêr dîsa ava bikin û wiha got: "Ji bo em vegeriyan mala xwe kêfxweş in. Em ê dest bidin hev û bajarê xwe ava bikin. Hêviya me ew e ku pirsgirêkên wiha denkevin."
Hafza Ehmedê jî diyar kir ku Tirkiyeyê mazûvaniya me kir û wiha got: "Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk û Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî bi me ra eleqedar bûn. Em sipasiya wan dikin."
Ehmedê destnîşan kir ku rûpeleke teze vekirine û wiha got: "Em dixwazin her tiştî ji bîr bikin. Em dixwazin xaniyên xwe ava bikin. Înşeallah em ê di demeke kurt da bên ser hemdê xwe."
Mistefa Hemmûd jî destnîşan kir ku em digihêjin hevalên xwe û kêfxweş in.
- Cinazeyan kom dikin
Wek mayîn piştî şer cinazeyên li bajêr bi destê kesên ku cilên taybet li wan in û bi maske ne, tên komkirin. Cinazeyan dikin nav xalîçe û betaniyeyan û davêjin romorka traktoran. Hêzên kurdan ên li herêmê destnîşan kirin ku cinazeyan bi hev ra dikin mezelan.