BITLÎS
Navenda Bidlîsê di bin berfê e maye, lê li Xeydaya gundê Hîzanê jî çêre hêşîn bûye û weke ku bihar hatiye.
Ji ber berf û pûkê rêya gundên bajêr hatine girtin û ekîb li serê rê û dirban dixebitin ku rê vekin. Li navenda bajêr jî mêtro û nîvek ber bariye û welatî ji ber berfê nikarin bilipitin. Lêbelê ji aliyekî din ve li gundê Xeydayê, ku 50 kîlomêtre dûrî bajêr e, jî weke ku bihar hatibe nermayî heye.
Ji ber ku li gund hewa xweş e, zarok ji xwe re dileyîzin û gundî jî li çol û mexelan pez û berxên xwe diçêrînin.
- "Ev gund Antalyaya Bidlîsê ye"
Ji şêniyên gund Fadil Guleş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li navenda bajêr hefteyek e berf dibare, lê li Xeydayê jî tav heye û hewa xweş e.
Guleş destnîşan kir ku Xeyda Antalyaya Bidlîsê ye û wiha pê de çû:
"Ez îro çûm mezra Yolalanê, li wê derê nêzî 70 santêmî berf hebû. Li Deşta Xeydayê jî hewa pir xweş e. Zarok li çîmenan dileyîzin. Welatî li çol û mexelan pez û berxên xwe diçêrînin. Her çend em di orta zivistanê de bin jî, li Xeydayê berf tuneye. Li vê derê hewa germ û pir xweş e."