SILÊMANÎ
Endamê Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê û Parlementerê Tevgera Goranê Hoşyar Evdila destnîşan kir ku Civakên Gel (Heşdî Şabî) ên ji şiiyan pêk tê li dijî DÎŞIyê şer dikin û wiha got: "Ji sedî 90ê yên ku di şer da cî digirin milîsên Heşbî Şabiyê ne. Hêza leşkerên Iraqê tuneye ku şer bikin."
Evdila daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir piştî ku DÎŞIyê Mûsil û hin herêm bi dest xist, hêza leşkerên Iraqê nema ku şer bikin û wiha dewam kir: "Di rizgarkirina hin herêman da milîsên Heşbî Şabiyê roleke mezin dilîzin. Ji sedî 90ê yên ku di şer da cî digirin milîsên Heşbî Şabiyê ne. Leşkerên Iraqê nikarin şer bikin. Niha gelek leşker miaş distînin û naçin şer."
Evdila diyar kir ku hin peymanên çek û cebilxaneyê yên ku di dema Nûrî el-Malikî da hatine îmzekirin, bi destê Serokwezîr Heyder el-Îbadî tên betalkirin. Evdila îdia kir ku di dema Malikî da di warê parastin û ewlehiyê da gelek dizî hatine kirin û got ku bi taybetî jî di îhaleyên çekan da bêûsûlî hene.
Evdila destnîşan kir, derket holê ku di dema Malikî da hin ticaran çekên ku sitandine xwestine ji Balafirgeha Silêmaniyê derbasî Iraqê bikin û got ev çekan firotine hikûmet û milîsên şiî.
Evdila diyar kir ku wek Komisyona Ewlehî û Parastinê hê tesbit nekiriye ku çiqas dizî heye û xebat dewam dikin û wiha axivî: "Piştî vê Serokwezîr Îbadî hin peyman betal kirin. Em ê wek komisyon bi Wezîrê Parastinê bişêwirin."