Ruslan Rehimov
18 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2023
Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ji bo ziyaretê li Azerbeycanê ye û li vî welatî bi Serokomar Îlham Eliyev ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariya Azerbeycanê hat dayîn, Eliyev û Barzanî yek bi yek û heyetî hevdîtin kirin.
Hat gotin ku Eliyev û Barzanî di meha sibatê da li Munîhê hevdîtin kiribûn û di hevdîtina yek bi yek da Eliyev û Barzanî li ser kişfkirina nexşerêya tevkariyê ya hevdîtina Munîhê mizakereyên mifadar kirin.
Hat gotin ku ziyareta Bakuyê ya Barzanî wê tevkariyan xurt bike.
Eliyev di adara îsal da li Bakuyê di Zîrweya Tevgera Bêtêkildariyan da bi Serokomarê Iraqê û Ebdulletîf Reşîd û Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn ra li Azerbeycanê seba xurtkirina têkiliyan mizakere kiribûn. Eliyev di hevdîtina heyetî da ev mizakere bi bîr xistin.
Di hevdîtinê da li ser xurtkirina têkiliyên aborî û bazirganî yên navbera Azerbeycan û HKIyê sekinîn. Her wiha mijarên wekî veberhênan, tevkariya vejenê, zêdekirina derfetên turîzmê û rasterast destpêkirina seferên balafiran jî hat rojevê.