Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn bi Serokomarê Sûriyeyê Şara ra hat cem hev

Moskova
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn li paytext Moskovayê bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ra hat cem hev.
Putîn li Qesra Kremlînê bi Şara ra hat cem hev. Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak û Şêwirmendê Polîtîkaya Dereke ya Kremlînê Yuriy Uşakov di heyeta Ûris da cih girtin û her wiha Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastina Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra, Serokê Îstixbarata Sûriyeyê Huseyîn es-Selame û Sekreterê Giştî yê Serokomariya Sûriyeyê Mahir Şara jî di heyeta Sûriyeyê da cih girtin.
Putîn di destpêka axaftina xwe da bal kişand ku zêdeyî 10 salan e peywendiyên taybet û zêdeyî 80 salan e jî peywendiyên dîplomatîk ên Rûsya û Sûriyeyê didomin û wiha got:
"Peywendiyên Sûriye û Rûsyayê timî dostane bûne. Tu peywendiyeke Rûsyayê ya li gorî şert û mercên me yên siyasî û berjewendiyên me yên taybet, bi Sûriyeyê ra çênebûye. Di nav van deh salan da bi tenê ji hêla tiştekî rêya me hat nîşandan, berjewendiyên gelê Sûriyeyê."
Serokomarê Sûriyeyê Şara jî di axaftina xwe da bal kişand ku peywendiyên qedîm di navbera Rûsya û Sûriyeyê da hene.
Şara bal kişand ser Sûriyeyeke nû û got ku wan ev Sûriyeya nû bi dinyayê da nasandin û dinya jî êdî vê Sûriyeya nû nas dike.
Şara bal kişand ku ew bi Rûsyayê ra gelekî xebitîn ku hedefên xwe yên siyasî bi pêş bixin û wiha dewam kir, "Em pê beled in ku em rabitayên dîrokî bi Rûsyayê ra girêdayî ne û Rûsya dê di vê pêvajoyê da roleke giring bilîze. Rûsya di hin waran da bû alîkarê me, hevkariya madî jî di nav da em bi pireyên hevkariya giring va bi hev va girêdayî ne."
Şara her wiha bal kişand ku ew ê xebata xwe ya bi Rûsyayê ra bidomînin û wiha got, "Niha tişta giring helbet îstiqrar e, hem li welêt û hem li herêmê îstiqrar."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.