Di navbera Pakistan û Efxanistanê da ji bo 48 saetan agirbest hat îlankirin

Ankara
Hat ragihandin ku di navbera Pakistan û Efxanistanê da ji ber pevçûna ku duh derket, seba 48 saetan agirbest hat îlankirin.
Li gor nûçeya Geo Newsa ku navenda wê li Qaraçiyê ye, Wezareta Karên Derva ya Pakistanê li ser pevçûna ku bi Efxanistanê ra derket, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin, li ser daxwaza Efxanistanê di navbera her du welatan da ji bo 48 saetan agirbest hat îlankirin û wiha hat gotin, "Di vê maweyê da her du alî jî bi rêya diyaloga çêker wê hewl bidin ku seba vê pirsgirêka tevlihev çareseriyê bibînin."
Ji aliyê din va Tolo Newsa ku navenda wê li Kabulê ye, li ser Xa platforma medyaya civakî ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, diyar kir ku berdevkê rêvebiriya Efxanistanê Zabîhullah Mucahîd agahiya agirbestê piştrast kir û got ku Pakistanê ev daxwaza kiriye.
Di 9ê Cotmehê da li Efxanistanê dengê teqînan hatibû bihîstin û paşê Efxanistanê Pakistan sûcdar kiribû û di 11ê Cotmehê da di navbera Efxanistan û Pakistanê da pevçûn derketibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.