Dildar Baykan
21 Nîsan 2021•Rojanekirin: 21 Nîsan 2021
Serokê Amerîkayê Joe Bîden der barê George Floydê reşik ê ku di 25ê Gulana 2020î da dema hatibû binçavkirin ji hêla polêsekî va hatibû fetisandin da wiha got: "Kuştina Floyd kuştineke li ber çavan e."
Piştî ku mehkemeya eyaleta Mînnesotayê ji ber mirina Floyd polês Derek Chauvîn sûcdar qebûl kir, Bîden jî li Qesra Spî daxuyeniyek da.
Bîden got kuştina Floyd gelek deng veda û ji sala 1960î vir va li welêt protestoyên wiha mezin çênebûn û wiha dewam kir: "Kuştina Floyd kuştineke li ber çavan e. Ev bûyer bû sedem ku li tevahiya dinyayê li hemberî nijadperestiyeke rêk û pêk deng bê derxistin. Nijadperestiya rêk û pêk di rûhê welatê me da lekeyek e. Îro mehkemeyê biryareke girîng da. Tu kes ji hiqûqê zêdetir nîne. Biryara îro vê peyamê dide. Lê ev têrê nake."
Bîden anî ziman ji ser kuştina Floyd ra hema bibeje salek derbas bû, divê Kongre li hemberî nijadperestiya polêsan ya ku nîşanî reşikan didin gavekê bavêje.
- Kuştina George Floyd
Polêsan di 25ê Gulana 2020î da li Mînneapolîsa bajarê Minnesotayê ji ber şika xapandinê George Floydê reşik yê 46 salî binçav kiribûn. Polêsekî bi navê Derek Chauvin (44) qasî 9 deqîqe û 29 saniyeyan çoka xwe kutabû ser histûyê wî, li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û li wî lava kiribû ku wî berde.
Welatiyên di wê derê da derbas dibûn bi têlefonê dîmena bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn, gelek kesan bertek nîşan dabû.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lê ew bi ser xwe da nehatibû û miribû.
Piştî van dîmenan û li Amerîkayê tundiya polêsan a li hemberî kesên çermreş dîsa hatibû rojevê, xwepêşandanên li Mînneapolîsê dest pê kiribûn li gelek bajarên welêt û Ewropayê belav bûbû.
Polês Chauvîn 4 roj piştî bûyerê hatibû binçavkirin û ji ber sûcê kuştina kesekî di 29ê Gulana 2020î da hatibû girtin.
Chauvîn di 10ê Tîrmeha 2020î da ji girtîgeha Oak Park Heightsê bi milyonek dolar kefaletê va hatibû berdan.
Ji bilî Chauvîn 3 polêsên din ên sûcdar in jî berdêla 750 hezar dolar kefaletê dabûn û hatibûn berdan ku bêyî girtinê bên darizandin.