Sayed Khodaiberdi Sadat
21 Nîsan 2021•Rojanekirin: 23 Nîsan 2021
Li Kabula paytextê Efxanistanê bi şev bi wesayîta bombebarkirî êrîş birin ser konvoya hêzên ewlehiyê û di êrîşê da 5 kes birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Efxanistanê Tariq Aryen eşkere kir ku li Xaçerêya Şehîd ya Kabulê dengê teqîneke mezin hat bihîstin.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Hemîd Rûşan jî daxuyaniyek da rojnamevanan û ragihand ku di êrîşa bibombe ya ku bi şev hat kirin da 5 kes birîndar bûn.
Şahidan îdia kir ku êrîşkar bi wesayîta bombebarkirî konvoya wesayîtan a hêzên ewlehiyê ku ji xaçerêya navborî ra derbas dibû hedef girt.
Şahidan îdia kir ku hin kes ji ber êrîşê mirin û ragihand ku ji ber meziniya êrîşê gelek wesayîtên li herêmê xisar dît.
Ji ber ku wesayîtên hedef hatin girtin ên yekîneya ewlehiyê ya serokatiya îstixbaratê bûn hemû kolanên derdikevin herêmê ji trafîkê ra hatin girtin.
Hê tu kesî êrîşê hilnedaya ser xwe.