Ji bo Renzî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê merasima pêşwazîkirinê hat lidarxistin û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Serokê Diwana Serokatiyê Fûat Huseyîn, Berpirsiyarê Karên Derve yê HKIyê Felah Mistefa û rayedarên din Renzî pêşwazî kir.
Serokwezîrê Îtalyayê Renzî ji bo ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê bike, bi heyeta bi xwe re berê xwe da Avahiya Fermî ya Serokwezîrtiyê. Ji bo hevdîtinê tê gotin ku Barzanî û Renzî dê li ser alîkariyên mirovahî û leşkerî yên Îtalyayê bisekinin.
Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê de pêşiyê li Bexdayê bi Serokê Koalîsyona Dewleta Zagonê Nûrî el Malîkî û Namzedê Serokwezîrtiyê Haydar el Îbadî re hevdîtin kiribû.