06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku dê Serokwezîr Bînalî Yildirim sibê Bexdaya paytextê Iraqê ziyaret bike, di hevdîtinên ku dê bên kirin de dê li ser îstiqrara herêmê, pêngavên ji bo ku gumrahî û ewlehî bi awayekî mayînde bê pêkanîn bên avêtin bisekinin, di vê çarçoveyê de dê li ser xurtkirina hevkariya dijî têkoşîna PKK, DEAŞ û FETOya rêxistinên terorê yên ku ji bo her du welêtan jî tehdît e rawestin.
Di daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê hat dayîn de hat ragihandin ku Serokwezîr Yildirim dê sibê û 8ê kanûna paşîn Bexda û Hewlêrê ziyaret bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi wesîleya ziyaretê tê payîn ku civîna sêyemîn a Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye-Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî bê kirin.
Dan zanîn ku Yildirim dê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokê Meclisa Nûneran Selîm Cûbûrî re hevdîtinan bike her wiha dê bi rayedarên partiyan, hin rayedarên siyasî yên Iraqê yên navdar, rîspî û nûnerên tirkmenên iraqî re bê bal hev.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di hevdîtinên ku dê bên kirin de dê li ser îstiqrara herêmê, pêngavên ji bo ku gumrahî û ewlehî bi awayekî mayînde bê pêkanîn bên avêtin bisekinin, di vê çarçoveyê de dê li ser xurtkirina hevkariya dijî têkoşîna PKK, DEAŞ û FETOya rêxistinên terorê yên ku ji bo her du welêtan jî tehdît e rawestin. Her wiha di çarçoveya berjewendiyên hevpar ên her du gelan de dê li ser derfetên ku hevkariya di qadên aborî, vejen û gihandinê de derxînin astên bilind lêkolîn bên kirin."
Hat ragihandin ku dê Serokwezîr Yildirim piştî têkiliyên xwe yên li Bexdayê biçe Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinan bike û tê payîn ku di van hevdîtinan de li ser têkoşîna dijî terorê û rewşa aboriyê bisekinin.